devam etmeniz halinde bu veri kaldırılacak.devam etmek istediğinizden emin misiniz?

  1. kürtçe şiir'e bir örnek.

    Zeyat Brûsk Viyan Û Agir GotinÊn HelbestÊ sözleri şiir
    Zexm vekiriye çavên xwe stêrka gelawêj
    Di rojên gewrindera serê bajarê silêmaniyê
    Tofên jiyana şehîdan dixûyê li her derê
    Xak tepisi ye bi hestên dilên serhildêr
    Nêz bûye qulincên roja nû di Berbanga vejîna gelê min de
    Govende semawende her çar pariyê warê min
    Êdi dem hatiye
    Diqelişe xaq mîna volqanekî bêsebir, bihêz û germ
    şÃ®n dibe evînek li Silêmaniyê Li bajarê serhildan û ronakiyê Li warê berxwedan û baweriyê
    Vîn dibe navê wê, VIYAN dibe
    Ey viyan
    Diherike dîrok di nav damarên hizrê te de Û her kêliyê tu, bidengê şÃ®mşala xemgîn, qêrîna zarokên sînema amûdê dibêjî
    Ew bedenên ku bûne pêtên azadiyê
    Di her helbestê tu, niştecîhên helepçê dijî
    Ew laşÃªn ku ser lorikên zarokan heliyayî
    Tu dibî xendeya ser lêvên zarokên Amedê
    Ewên pêxas,
    ewên hejar,
    ewên birçî û tiyê jiyanê
    Te bi kesera dilê zarokên welatê min re hûnandiye hestên xwe
    Te bi şÃ®rê helalê dayîkên min re şÃ»ştiye ramanên xwe
    Lewma VÃŽYAN
    Lewma tu bûyî ala leyla çiyan
    Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir
    Bi agirê Ronahî û Berîvanan, Sema û Zekiyan xwe pijand Û ketî rêça Bêrîtan û Zîlanan
    Lê tu hê jî ew zarok î Viyan
    Geş bûyî di nav hewriyan de, û mîna findekî şewq didî vê dîlanê
    Ev dîlan bi te xweşe
    Ey Viyan
    Jina dil bi êşa mezra botan
    Xifşa lehengê çiyan
    Tu dibînî û dizanî çendi dijwar e ev cenga jînê
    çi bê emane ev tekoşÃ®na li ser singa xaka pîroz
    Belê
    Waye hûr dikin dîsa bi destê xayînan dergûşa dayîka min
    çavsor kirine nevîçîrçirkên pehrîwan
    Dojeh dibare ji devê wan dojeh
    Bi dilên qerisokî,
    rûyên cemed,
    mejûyên tazî êrîş dikin
    Divên tarî bikin dunê,
    dest werdidin li rojê Jehrî dikin bedena wê jehrî!
    Lê çarenûsa me ne eve
    Gilî, gazin û girî bi me nabe
    Ma ne te digot mezintirîn çalakî soz bixwe ye.
    Gava nemîne wateya gotinan sec dihilweşe û gaflet dijî
    Erê
    şervanên Ahûra Mazda jibîr nakin
    Ji ber ku îxanete jibîr kirin Ew qesemtîna rojê
    bi sonda ser mirateya şehîdan xwe dispêrine çiyan
    çiya paxila dayîke
    çiya çeper û sitargehe
    çiya kelha berxwedanê rêka azadiyê şÃ»na êvînê ye
    çiya Viyan e.

    Disa bi ser asîmanê me de hat sibatoka reş
    Pelên dara yek yek wer bibûn li payîza bûhûrî
    Te hêviyên xwe veşarti bu di wê payîzê de
    Kanê? Wêneyek te mabû birengê payîzê
    Rûyê mat,
    demê zer,
    ala kesk hebû di wêneyê de

    Hestên te bibûn qeraxên behran Li her çar qiraxê behrê didan
    çavên te ferman dixwandin Û digotin Ezê nehêlim tû caran agirgeha serok sar bibe
    Ji ber ku Tu sibat nikarin dûrbikin te
    Tu bahoz nikarin bîrbikin te
    Tu befr nikarin sar bikin te
    Ew e bi tenê hesreta dilê min
    Rojeke ji rojan serê xwe bidim ser singa rojê
    Hama kêliyeki û hilmekî pêrabim Bila bêhna wê dagir bike gerdûna min Da ku biherike mina rûbarekî tevahiya giyana min
    Ku êdi bila ez nemînim
    Bila ez nemînim li vê dunê
    Bila sibatok bipêçin termê canê min
    Dîsa îşev çirûskek ji agir, xwu dêhna canê min wer kir
    Kela dilê westiyayî difûre îşev
    ÃŽşev Rengê demsalê xumriye
    Xûnava bin berfa hûr rûçikêmin ramûsin îşev
    Stêrkên şermok Ahûra nadin pişt ewran
    Tava heyva penaber koç kiriye îşev
    Bejn tewandine kulîlkên berfîn,
    befr balife ji xewnikan re îşev
    Lê xifşek jiyane di hembêza çiyan de
    Xwîdan mîna morîkan rêz bûye di eniyan de
    çavên sor ber bi jînê,
    mîna ferîşteheke sêr dikin jînê
    Rûyê rûpelên spî dialêse pênûsê di dest de
    Bi hibra dilekî bengîn dinivîsîne helbesteya peyvan
    Dinvîse ew a temen bîst û çar sala
    Ev der heftenîn e
    Nameyek bicîh dibîne îşev
    Nameyek bicîh dibîne îşev Û bang dike:
    "Hevalno, dostno û jinên êş kişandî Govendê bigrin Hûn jî dizanin ez pir ji govendê hez dikim Di her dema govendê de ez bi bask dibim û difirim Di nîvê zivistanekî zor û zehmet de Ez Bi agirê bedena xwe peyamek didim Bangamin parastina rêber bilindkirina çalakî û tekoşÃ®nê ye"
    Fir dide qulingeke ji hêlînê
    Destmala sor pêçaye bi guliyên xwe
    Bejna xwe bi pêt û agir xemilandiye
    Waye kifş e
    Hemza serkeftin e tiliyê
    Ev der heftenîne
    Bi dengekî şewat, bi bêhna goştê sotî drûşmek bilind dibe îşev..
    avatar
    26.12.2016 - 06:14
tümünü gör

entri girebilmek için giriş yapın